Matthew Miller: Komên milîs Iraqê dikisînin nav ser
PeyamaKurd – Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Matthew Miller nirxand ku komên çekdar Iraqê dikişînin nav şer.
Matthew Miller doh Duşemê 25.11.2024ê di civîneke çapemeniyê de derbarê gefên Îsraîlê yên li ser Iraqê de daxuyaniyek da.
Miller anî ziman ku komên çekdar Iraq kişandin nava şer û got ku wan hikûmeta Iraqê ji bo xetereyan hişyar kirine.
Matthew Miller diyar kir ku komên çekdar metirsîdar in û destnîşan kir ku têkiliyên wan bi hikûmeta Iraqê re baş in.
Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîe Sûdanî doh Duşemê di axaftina xwe ya bi helkefta 100emîn salvegera dîplomasiya Iraqê de got: "Li Rojhilata Navîn tengezariyeke mezin a ewlehiyê heye. Ji bo ku welatê me nebe parçeyek ji şer, çi ji destê me tê em dikin."
Sûdanî got, "Îsraîl bi hin hincetên bêbingeh gef li Iraqê xwar û niyeta xwe ya êrîşkar eşkere kir. Li hember vê yekê me kar kir ku Iraq nebe çavkaniya her êrîşekê (li ser Îsraîlê).
Serokwezîrê Iraqê amaje bi wê yekê jî kir, ku wî ferman daye Wezareta Derve ku lêkolînê li ser gefên Îsraîlê li asta navdewletî bike.
Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên di daxuyaniya xwe ya di Foruma Aştî û Ewlekariyê ya Rojhilata Navîn (MEPS24) de ku li Duhokê hat lidarxistin de got, nameyeke gefxwarinê ya nerasterast ji Îsraîlê wergirtiye, lê dibe ku ev neyê wê wateyê ku dê veguhere şer.
Hat îdiakirin ku Îsraîl gefa êrîşê li çeperên komên milîs ên li Iraqê xwar.
Komên milîsên Iraqî radigihînin ku car caran êrîşî armancên Îsraîlê dikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin