Li parêzgeha Mîsan a Iraqê alozî di navbera du komên milîs de berdewam e

11 February 2022 12:34 0 dîtin
Li parêzgeha Mîsan a Iraqê alozî di navbera du komên milîs de berdewam e

PeyamaKurd Li parêzgeha Mîsan a Iraqê ji ber aloziya di navbera her du komên milîs ên Seraya Selam û Esayîb Ehlê Heq rewşa bajêr tevlihev e.

Her çiqas Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir û Serkirdeyê Milîsên Esayîbê ehlê Heq Qeys Xezelî, ji bo aloziya navbera her du komên Seraya Selam û Esayîbê Ehlê Heq bi dawî bibe hewl didin jî, alozî berdewam dikin.

Li Mîsan bi bombeyekê êrîşî mala endamekî Seraya Selam kirin û di heman demê de, du bombeyên din jî, yek li ber dibistanekê û yek jî li di nava avrêjekê de teqiya.

Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê, li ser van bûyeran, desteserkirina 21 kesan ragihand, ku bi tohmeta derxistina alozî û tevliheviyan desteser kirin.