Wezîrê berevaniyê yê Hirvatistanê di qezayê de giran birîndar bû
PeyamaKurd – Wezîrê berevaniyê yê Hirvatistanê Mario Banozic di qeza çûnûhatê de giran birîndar bû û di qezayê de kesekî dinê jiyana xwe ji dest da.
Berdevkê hukumeta Hirvatistanê Marko Milic ji bo çapemeniya welatê xwe ragihand ku Banozic bi wextê cîh di 06.15an de nêzî bajarê Vinkovci qeza kiriye. Milic got:
“ Li nexweşxana navça Vinkovciyê desteka tenduristiyê danê û wê niha bibin navenda tibî ya klînîka Osijekê.”
Serokwezîrê Xirvatistanê Andrej Plenkovic piştî qeza trafîkê li Zagrebê civîna çapemeniyê kir û got:
“Di bin van şertên awarte de min wezîr ji wezîfa wî ya wezîrtiya berevaniyê girt. Di şûna wî de min sekreterê dewletê Zdravko Jakop wezîfedar kir.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin