Li Bradostê mîna heyama rejîma Beas bi sivanekî de teqiya

28 July 2023 19:20 0 dîtin
Li Bradostê mîna heyama rejîma Beas bi sivanekî de teqiya

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku îro 28ê Tîrmehê li zozanên herêma Bradostê mînek bi ciwanekî şivantî dikir de teqiye.

Li gorî agahiyan,  îro danê sibehê li zozanên Sinîn ên Biradostê ya Herêma Kurdistanê rû daye û şivanê ku mîn pê de teqiyaye ji dest û lingên xwe birîndar bûye.

Hate zanîn ku şivanê birîndar rakirine Nexweşxaneya Lezgîn a Soranê.

Hêjayî gotinê ye, di serdema rejîma Beas a Iraqê de, li ser erda Herêma Kurdistanê bi hezaran mîn hatine çandin ku gelek caran dibin sedema mirin û birîndarbûna xelkê wan herêman.