DAISê li Hemayê hêris kir: 7 lesker mirin
PeyamaKurd - Di encama hêrişa DAIŞê ya li parêzgeha Hemaya Sûriyeye de 7 leşkerên rejîma Sûriyeyê mirin.
Li gorî Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), çekdarên DAIŞê li çoltera navçeya Til Selmeyê ya parêzgeha Hemayê ya Sûriyeyê kemînek danire û di vê kemîna DAIŞê de 7 leşkerên rejîma Sûriyeyê hatine kuştin.
Piştî hêrişê hêzên rejîmê û komên çekdar, li Hims, Hema û Dêrezorê dest bi operasyonan kirin.
Di hêrişên demên dawî yên rêxistina terorê ya DAIŞê de herî kêm 40 kes hatin kuştin.
Herwiha li gorî daneyan DAIŞê ji destpêka salê heta niha herî kêm 139 leşkerên rejîmê û çekdarên koman û 32 sivîl kuştine.
Li hêla din, hêzên rejîma Sûriyeyê jî 22 DAIŞî kuştine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin