Bombeya bermayîya DAISê teqiya: 4 zarok birîndar bûn
PeyamaKurd - Li gundê Til Sosîn ê navçeya Ehdasê ya Şehba ya herêma Efrînê bombeyeke bermayîya terorîstên DAIŞê ku berê danîbûn teqiya û 4 zarok birîndar bûn.
Hat zanîn ku navên zarokên birîndar; Diyar Mihemed Ebdo (15), Îshaq Îbrahîm Tarî (13), Nabo Erabo Erabo (14) û Serhed Mihemed Tarî ne.
Zarokên ku birîndar bûne bo nexweşxaneya Avrîn a navçeya Fafînê hatin veguhestin ku li gorî zanyariyan birînên wan giran in.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin