Li Dêrazorê mayîna DAISê teqiya: 4 zarokan can da

24 May 2019 17:08 0 dîtin
Li Dêrazorê mayîna DAISê teqiya: 4 zarokan can da

PeyamaKurd - Rêxistina Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku di encama teqîna mînekê li gundewarê Dêrazorê 15 welatîyên sivîl bûne qurbanî.

SOHRê da xuyakirin,di encama teqîna mîneke vedayî de ji paşmayên rêxistna DAIŞê li navçeya Edman li bakurê Dêrazorê, 4 zarok hatin kuştin û 11 welatîyên sivîl jî brîndar bûn.

Hêjayî bibîrxistinê ye, 23yê Adarê herêma dawî ya bin kontrola DAIŞê li gundewarên Dêrazorê ji aliyê HSDê ve hatibû rizgarkirin. Ji dema rizgarkirina herêmê ve gelek welatiyên sivîl ji ber bombe û mînên vedayî yên paşmayiyên DAIŞê jiyana xwe ji dest didin.