CENTCOM: Serokê DAISê Ebu Yûsif li Dêrazorê hate kustin
PeyamaKurd – Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand, di encama êrîşeke asmanî de serokê nû yê DAIŞê Ebu Yûsif hatiye kuştin.
CENTCOMê ragihand, di êrîşa asmanî ya balafirên Amerîkayê de li Dêrazorê serokê DAIŞê Ebu Yûsif û 2 kesên din ligel wî hatin kuştin.
Hate eşkerekirin ku ew operasyona kuştina serokê DAIŞê bi hevkariya hevalbendên Kurd HSDê hatiye encamdan.
Hate diyarkirinkirin ku ew êrîş li herêma Dêrazorê ya beriya niha di bin kontrola Rûsya û rejîma Esed de bû hatiye kirin.
Fermandarê CENTCOMê General Michael Erik Kurilla jî da xuyakirin, agahî hene ku DAIŞ niha hewl dide ji valahiya ewlehiyê ya Sûriyê sûdê bistîne û zêdetirî 8 hezar girtiyên xwe yên li girtîgehên kontrola HSDê rizgar bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin