HSD bi desteka CENTCOMê serokê hucrên ISIDê girt
PeyamaKurd – Fermandariya Hêzên Nevendî ya DYAyê (CENTCOM) û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihandin ku di 6ê Adarê de, li bajarê Dêrezorê bi hevre operasyon kirine ser IŞİDê û serokê hucrên IŞİDê yê bi navê Salah Muhammad Al-Abdullah girtine. Di operasyonê de gelek sîlih û muhîmmat jî xistine dest.
Li gor ragihandina CENTCOMê; operasyonê li Dêrezor a Sûriyê li devera Şehilê kirine. HSDê, di dema operasyonê de tivinga nîşanê ya 12.7 mm (.50 kalibre), AK-47, bombeyên destî û muhîmatan xistiye dest. Di daxwuyaniyê de hat gotin:
“Di 6ê Adarê de HSD bi desteka CENTCOMê li Dêrezorê, li devera Şehilê operasyon kirine û serokê hucrên IŞİDê Salah Muhammad Al-Abdullah girtine. Ev operasyon, perçeyekiye ji bo IŞİDê qels bikin û nehêlin IŞİDa terorîst li deverê xwurt bibe û IŞİDê têkbibin, hatiye kirin. Di dema operasyonê de hêzên CENTCOMê desteka teknîkî û îstîxbaratê dane HSDê.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin