CENTCOM: Me 12 endamên DAISê li Sûriyê kustin
PeyamaKurd – Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku di operasyona esmanî ya ku li Sûriyeyê li dijî rêxistina terorê DAIŞê li dar xist de 12 endamên rêxistinê hatin kuştin.
Di daxuyaniya CENTCOMê da hat destnîşankirin ku li Sûriyeyê li dijî baregeheke esmanî ya DAIŞê operasyoneke esmanî hat lidarxistin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di operasyonê de 12 çekdarên DAIŞê hatine kuştin û hat gotin, "Êrîşên leşkerî li dijî DAIŞê û baregehên wê beşek in ji hewlên têkbirin û lawazkirina DAIŞê, herwiha rêgirtin li êrîşên rêxistinên terorîst ji derve û rêgirtin li rêkxistina DAIŞê li Sûriyê."
Hat ragihandin ku di encama operasyonê de tu nîşan tune ku sivîl zirarê bibînin.
Fermandarê CENTCOMê Orgeneral Mîchael Corella got, "Em bi hevalbendên xwe yên li herêmê re, bi sûdwergirtina ji rewşa heyî ya li Sûriyeyê, rê nadin ku DAIŞ ji nû ve xwe birêxistin bike."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin