Di teqîna bombeya DAISê de zarokekî can da, 3 jî birîndar bûn
PeyamaKurd – Li herêma Şehbayê ya Helebê ku koçberên Efrînê jî li wir dimînin, bombeyeke bermayiya DAIŞê bi zarokan de teqiya.
Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê ragihandiye ku doh di encama teqîna bombeyeke ji paşmayên DAIŞê li gundê Ehdas ê li herêma Şehbayê de, 4 zarok (Rolav Mihemed Elî 8 salî, Îsmet Teter 12, Mihemed Teter 6 salî û Zehir Teter 14 salî ) birîndar bûn.
Herwiha hat diyarkirin, ji ber ku birînên Rolav Mihemed Elî giran bûn, ji bo nexweşxaneya Helebê hatiye veguhastin lê îro jiyana xwe ji dest daye.
Hêjayî bibîrxistinê ye, herêma Şehbayê di navbera herêma Efrîn û Helebê de ye û di destê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de ye. Dema artêşa Tirkiyê û komên çekdar di Çileya 2018an de êrîşî Efrînê kirin, bi qasî 150 hezar xelkê Efrînê li kamp û gundê wê herêmê bicih bûbûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin