Li Hesekê ji ber teqîna 2 bombeyan zarokekî can da û 4 zarokên din jî birîndar bûn

07 February 2022 12:00 0 dîtin
Li Hesekê ji ber teqîna 2 bombeyan zarokekî can da û 4 zarokên din jî birîndar bûn

PeyamaKurd Li Hesekê, ji ber teqîna 2 bombeyên ji paşmayên şer, zarokekî can da û 4 zarokên din jî birîndar bûn.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirova diyar kir, li gundê Um El-Kubir yê li başûrê Hesekê, di encama teqîna bombeyekê de, zarokeke 7 salî can da.

Herwiha eşkere kir, li gundê Til Ziêtir yê li çiyayê Ebdulezîz yê Hesekê jî dema zarokan pezê xwe diçêrandin, bombeyek teqiya û di encamê de 4 zarok birîndar bûn.

Li gor zanyariyên Rewangehê, ji destpêka îsal ve li seranserî Sûriyê 12 kesan di encama teqîna bombeyan de can dane û 24 kes jî birîndar bûne.