Sandeke UNICEFê serdana zarokên DAISê yên di zindana Hesekê de ne kir
PeyamaKurd – Şandeke Fona Alîkariyê ya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) bi serokatiya Povictor Newland û Berprisa Ofîsa UNICEFê ya li Qamişloyê Natasha Stojkovska, serdana zarokên DAIŞê yên di zindana Hesekê de girtî ne kir.
UNICEFê piştî serdanê bi raporekê eşkere dike, ew dizane desthilatên xwecihî hewl didin aramiyê di nav zindanê de li derveyî wê dabîn bikin. Ev karê tê kirin ji bo nirxandina rewşa zarokan û piştevaniya guhdana bi wan pir bi nirx e û divê berdewam bike.
Hêjayî gotinê ye, piştî têkşikandina DAIŞê li Baxozê, zarokên çekdarên wê rêxistinê di nav kampan de hatibûn niştecîkirin. Li gor amarên li ber dest, 700 zarokên DAIŞê di zindana Hesekê de bûn. Bi tevahî 27 hezar û 500 zarok di kampên bakur û rojhilatê Sûriyê de ne. Hin jî ji bo navendên ji nû ve perwerdekirinê hatibûn veguhestin. Dê û bavên wan zarokan ji 50 welatên cîhanê ne. Çûbûne Sûriyê û bûbûn DAIŞî, gelek ji wan zarokan sêwî ne, bav û dayikên wan di şer de hatine kuştin. Ew zarok li ser destê DAIŞê li ser bîr û hizrê şer hatibûn perwerdekirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin