Sandeke dîplomatîk ya Yekîtiya Ewropa serdana Samê dike
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku şandeke Yekîtiya Ewropayê (YE) ji bo hevdîtina bi nûnerên hikumeta demkî ya Sûriyê re serdana Şamê dike.
Nûnera Bilind a Polîtîkayên Ewlekariyê û Pêwendiyên Derve ya Yekîtiya Ewropayê (YE) Kaya Kallas anî ragihand ku îro şandeke dîplomatîk bişînin Şamê.
Kaya Kallas di civîna rojnamevanî ya wezîrên derve yê YEyê ya li Brukselê de got, Nûnerê Yekîtiya Ewropayê ji bo Sûriyeyê dê serdana Şamê bike û bi rêveberiya nû ya welêt re biaxive.”
Kaya Kallas da zanîn, endamên YEyê dê di civîna wezîrên derve de çawaniya danûstandina bi rêveberiya Sûriyeyê re nîqaş bikin.
Kallas li ser pirsa “Heyet Tehrîr El-Şam” di lîsteya terorê ya YEyê de got, kiryarên “rêveberên Sûriyeyê” têne şopandin û piştre dê YE gavên pêşîn nîqaş bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin