Ji UNICEFê hisyariya serê girtîgeha Hesekê: 850 zarokên DAISê di bin metirsiyê de ne!
PeyamaKurd - Rêxistina Neteweyên Yekbûyî bo Alîkariya Zarokan (UNICEF) li ser şerê girtîgeha Sinaa ya Hesekê ya terorîstên DAIŞê daxuyaniyek belav kir.
UNICEFê derbarê bûyerên zindana taxa Xiwêran a Hesekê de da xuyakirin ku ji ber berdewaiya şer û tundiyê jiyana nêzî 850 zarokan di metirsiyê de ye.
Nûnerê UNICEF li Sûriyê Victor Niland diyar kir: “850 zarokên DAIŞê di zindana Xiwêran de hene û hin ji wan temenê wan di bin 12 salî de ye, herwiha daxwaza berdana zarokan ji zindanê kir.”
UNICEFê daxwaz ji hemû aliyên li bakur û rojhilatê Sûriyê kir ku parastina zarokan di hemû deman de bikin û wan ji derveyî şer bihêlin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin