HSDê bîlançoya serê girtîgeha Hesekê eskere kir: 17 sehîd 23 birîndarên me hene

23 January 2022 10:20 0 dîtin
HSDê bîlançoya serê girtîgeha Hesekê eskere kir: 17 sehîd 23 birîndarên me hene

PeyamaKurd - Navenda Ragihandinê ya HSDê bi daxuyaniyekê hêjmara kuştî û birîndarên li dijî girtîgeha Xiwêranê ya li Hesekê eşkere kir.

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand ku 17 endamên wan û Hêzên Asayîşê di şerê dijî terorîstên DAIŞê yê li girtîgeha Xiwêran de şehîd bûn.

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Ji ber êrîşa dawî ya terorîst a DAIŞê li dijî girtîgeha Hesekê di 20ê Çileyê de şervanên me berxwedaniyek bêhempa di oxira parastina herêmê de raber dikin.

Şervanan bi rihê fedayî nehişt ku plana terorîstan a serwerkirina li ser girtîgehê û revandina terorîstan bi ser bikeve.”

HSD ragihand: “17 şervanên me yên hêzên leşkerî û Hêzên Ewlekariya Hundirîn û dilxwazên saziyên xizmetguzarî gihîştin asta şehadetê. Herwiha şîfaya lezgîn ji 23 şervan û karkerên sivîl ên birîndar bûne re dixwazin.”

Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) jî ragihandiye ku li derdora 70 endamên DAIŞê di pevçûnan de hatine kuştin û hejmareke din jî hîn nehatine desteserkirin ku heta doh Yekşemê êvarê jî şer dewam dikir.