SOHRê bîlançoya êrîsa ser girtîgeha Hesekê eskere kir, HSDê jî girtina 89 DAISîyên xwestine birevin ragihand
PeyamaKurd – Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku hejmara qurbaniyên êrîşa doh a DAIŞê li zindana Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê eşkere kir.
SOHRê eşkere kir ku di êrîşa şeva borî de li zindana Hesekê 16 çekdarên DAIŞê hatine kuştin û ji Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û Asayîş û pasevanên girtîgehê jî 20 kesan can daye.
Li gor ragihandina SOHRê di êrîşê de 5 kesên sivîl jî jiyana xwe ji dest dane û niha operasyona leşkerî li nêzîkî Girtîgeha Xiwêran didome.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihandiye ku rewşa girtîgehê hatiye kontrolkirin û 89 DAIŞîyên hewl dane birevin li derdora girtîgehê hatine girtin.
Şevê din li bajarê Hesekê li zindana Sinae ku çekdarên DAIŞê tê de ne, teqînekê rûda û piştî teqînê DAIŞê êrîş kir û dengê gelek teqeyan hatin bihîstin.
Hat zanîn ku xwekujekî li nêzîkî xaleke kontrolê ya zindanê, xwe teqandiye û piştre şer û pevçûneke dijwar di navbera çekdarên DAIŞê û hêzên HSDê de rûdaye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin