UNICEFê banga vegerandina zarokên DAISê li welatên cîhanê kir
PeyamaKurd - Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ya Zarokan UNICEF bang li welatên cîhanê kir ku zarokên welatiyên xwe yên malbatên DAIŞê ku li kampên Bakur û Rojhilatê Sûrî dimînin vegerînin.
UNICEFê bi daxuyaniyekê ragihand, ji 60 welatên cuda, nêzî 28 zarokên terorîstên DAIŞê li kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hene.
Rêxistinê hişyarî da ku êrîşên artêşa Tirkiyê li ser herêmê, dihêle rewş aloztir bibe û ji ber wê jî divê hemû hikumet zarokên welatiyên xwe bigirin.
Heta niha gelek welatan, nemaze yên Ewropî vegera welatiyên xwe yên DAIŞî û endamên malbatên wan red dikin.
Hejmareke mezin a terorîstên DAIŞê û endamên malbatên wan li girtîgehên kampên Rêveberiya Xweser a Rojava de ne û heta niha tenê hejmareke biçûk a zarokan hatine vegerandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin