Rojava | Sandeke Brîtanyayê 3 zarokên malbatên DAISê wergirtin
PeyamaKurd - Şandeke Brîtanyayê ya bi seroktiya nûnerê taybet bo Sûriyê Jonathan Hargreves serdana Rojavayê Kurdistanê kir û 3 zarokên malbatên DAIŞê yên welatiyên brîtanî wergirt.
Şanda Brîtanî doh Duşemê ji aliyê hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve Ebdulkerîm Omer, rêveberê dergehan a Rêveberiya Xweser Xebat Mihemed û nûnera Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Zozan Enes ve hat pêşwazîkirin.
Hat ragihandin ku herdu aliyan rewşa koçberan û gefên vê dawiyê yên dewleta Tirkiyê gotûbêj kirine û piştre jî 3 zarokên malbatên DAIŞê radestî wan hatine kirin.
Serokê şandeya Brîtanya Jonathan Hargreves di hevdîtinê de daye xuyakirin ku wê hevpeymaniya navdewletî û Brîtanya piştgiriya xwe ji herêmê re bidomînin û Hêzên Sûriya Demokratîk wê di şerê li dijî DAIŞê de ji bo hevalbendeke sereke bimîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin