Rojava | Rûsyayê cara yekem bi sandeke fermî 35 zarokên DAISîyan wergirtin

06 February 2020 18:38 0 dîtin
Rojava | Rûsyayê cara yekem bi sandeke fermî 35 zarokên DAISîyan wergirtin

PeyamaKurd - Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê 35 zarokên çekdarên DAIŞê radestî yekem şanda fermî ya Rûsyayê ku serdana Rojavayê Kurdistanê dike, kir.

Şanda Rûsyayê ya bi serokatiya Ana Kozintsova - Komisera Mafên Mirovan a Rûsyayê li ser radestkirina zarokên DAIŞîyên Rûsî bi Desteya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser re civiya.

Piştî hevdîtinê civîneke rojnamevanî li Daîreya Têkiliyên Derve ya li bajarê Qamişlo hat lidarxistin.

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Abdulkerîm Umer, berdevka YPJê Nesrîn Abdullah, cîgirên Desteya Jinan a Herêma Cizîrê Evîn Qafûr, Deriya Remedan, nûnera serokê Rûsyayê ya parastina mafên zarokên Anna Kuznetsova tev di civînê de amadehî kirin.

Hat ragihandin ku Rêveberiya Xweser 35 zarokên çekdarên DAIŞê radestî şanda Rûsyayê kirin ku wan bişînin welatên wan.

Berî niha jî kar li ser vegerandina zarokên Rûsî yên çekdarên DAIŞê ji Sûriye û Iraqê dikir.