Sandeke Zanîngeha Rojava yekem car serdana Hewlêrê kir
PeyamaKurd – Şandeke Zanîngeha Rojava ya Rojavayê Kurdistanê, piştî lihevkirina bi Zanîngeha Libnanî Fransî li Hewlêrê re, yekem car serdana Hewlêrê kir.
Li gor zanyariyan, şandeke Zanîngeha Rojava do Pêncşemê yekem car e ji bo paneleke bi Zanîngeha Libnanî Fransî li Hewlêrê re hat Hewlêrê û hejmareke babetên taybet bi rewşa Zanîngehên Rojavayê Kurdistanê diyar kir, yek ji wan mijaran danpêdan bi zanîngehên bakurê Rojhilatê Sûriyê ye ku heta niha tu aliyekî fermî danpêdan bi wan zanîngehan nekiriye.
Hevserokê Zanîngeha Rojava Dr.Ebdulîlah Mustefa diyar kir: “Ji bilî Zanîngeha Rojava, 2 zanîngehên din jî li bakurê rojhilatê Sûriyê hatine vekirin û her hemû ser bi Rêveberiya Xweser ve ne û xwendina wê bi zimanê Kurdî ye.”
Hêjayî gotinê ye, Zanîngeha Rojava di ala 2016an de hat vekirin ku ji 8 kolej û 4 peymangeha pêk tê û di nav de Koleja Pizîşkî, Petrol, Zanistên Perwerdeyê, Wêje û Zanistên Civakî, Endazyarî, Endazyariya Avahîsaziya Jîngehî, Zanistên Olî û Yasa hene. Her wiha Peymangeha Teknîkî, Peymangeha Endazyariya Şaristanî, Peymangeha Pêveberî û

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin