Forûma Aborî ya Davosê cara yekem bêyî besdariya Rûsyayê tê lidarxistin

22 May 2022 17:03 0 dîtin
Forûma Aborî ya Davosê cara yekem bêyî besdariya Rûsyayê tê lidarxistin

PeyamaKurd – Forûma Aborîya Cîhanî ya li bajarokê Davos ê Swîsreyê, îro 22yê Gulanê bi fermî dest pê dike û bi beşdariya serok, wezîr û nûnerên karsazên cîhanê 4 rojan dewam dike.

Cara yekem piştî dehan salan ji hilweşîna Yekîtiya Soveyetê ve, Rûsya ji ber êrîşkariya berdewam li ser Ukraynayê ji bo Davosê nehat vexwendin û nûnerên Rûsyayê beşdarî forûma aborî ya cîhanê nabin.

Li aliyê din Serokê Ukraynayê Volodimîr Zelenskiy jî bi rêya vîdyo konfrensê beşdarî Forûma Davosê dibe û di vekirina wê de gotarekê pêşkeş dike.

Ji Herêma Kurdistanê jî Serokê Herêma Kurdistana Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî beşdarî Davosê dibin û ligel hejmarek hevdîtinên bi serok û berpirsên welatan re, gotarên xwe jî pêşkeş dikin.

Di daxuyaniya nivîskî ya Forûma Davosê de hatiye diyarkirin, wê peyamên serkirdeyên cîhanê û nûnerên karsazan a civîna îsal zextên enflasyonê yên cîhanî, pêşbîniyên kêmbûna mezinbûnê, arîşeyên jeopolîtîk û bihayên kelûpelan bin.

Herwiha civîna îsal dê wek platformeke stratejîk derkeve pêş ku zehmetiyên jeoekonomîk ên piştî Koronayê û şerê Ukrayna-Rûsyayê werin gotûbêjkirin.