Mesrûr Barzanî besdarî Forûma Aborî ya Cîhanê DAVOSê dibe

16 January 2023 14:00 0 dîtin
Mesrûr Barzanî besdarî Forûma Aborî ya Cîhanê DAVOSê dibe

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, beşdarî Forûma Aborî ya Cîhanê ya Davosê dibe ku îro 16ê Çile li bajaroka Swîsre Davosê dest pê dike.

Forûma Aborî ya Cîhanê ya Davosê îsal bi sernavê “Hevkarî di Cîhaneke Perçebûyî de” tê lidarxistin û 2500 serok, berpirs, çalakvan û bazirgan ji welatên cîhanê beşdariya wê dikin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî li ser hesabê xwe yê Twitterê vîdyoyek belav kir û got: “Kurdistan li Davosê ye”

Wê di forûma Davosê de, krîza xurek û enerjiyê, enflasyon û sistiya geşbûna aborî, pîşesazî û rola sektora taybet, pirsgirêkên civakî û metirsiyên jeopolîtîk bên gotûbêjkirin.