Civîna Korbenda Aborî ya Cîhanî ya "Zîrveya Davosê" îro destpê dike

21 January 2025 12:03 0 dîtin
Civîna Korbenda Aborî ya Cîhanî ya "Zîrveya Davosê" îro destpê dike

PeyamaKurd – 55emîn Civînên Salane yên Forûma Aborî ya Cîhanê (WEF) li Davosê îro bi temaya "Di Serdema Aqil de Hevkarî" destpê dike.

Piştî merasîma vekirinê û xelatdayînê ku wê danê êvarê di çarçoveya lûtkeya ku li Davosa Swîsreyê hat lidarxistin de, di navbera 21-24ê Çileyê de rêze rûniştinan bên lidarxistin.

Tê payîn ku ji zêdetirî 130 welatan karsaz, siyasetmedar, akademîsyen û nûnerên saziyên civaka sivîl jî di nav de 3 hezar beşdar beşdarî lûtkeyê bibin, 60 serokên dewletan û serokwezîran jî dê ji beşdaran re biaxivin.

Damezrînerê Forûma Aborî ya Cîhanê û Serokê Rêveberê Klaus Schwab wê di saet 12:30an de li gorî dema herêmî axaftina vekirinê bike. Piştre Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Ursula von der Leyen û Alîkarê Serokwezîrê Komara Gel a Çînê Ding Xuexiang wê axaftinê bikin.

Civîna bilind a ku îsal ji aliyê WEFê ve cara 55emîn tê lidarxistin, bi temaya "Di Serdema Aqil de Hevkarî" tê organîzekirin.

Di rûniştinan de, axaftvan wê nirxandinên xwe yên li ser polîtîkayên nû yên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, perçebûna ku di encama lawazbûna gav bi gav a hevkariya gerdûnî de derketiye holê, polîtîkayên bazirganiyê, îstîxbarata sûnî û dîjîtal, veguherîna enerjiya paqij, têkoşîna li dijî guherîna avhewayê, navendî. polîtîkayên diravî yên bankayan, faîz û enflasyon bikin.

Îro Duşemê 20.01.2025, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di yekemîn roja Korbenda Aborî ya Cîhanî li Davosê, mala Kurdistanê vekir.

Serokwezîr kêfxweşiya xwe ya ji bo beşdarbûna bo cara duyem di vê forumê de bi navê Kurdistan House nîşan da û derbarê vekirina Mala Kurdistanê de li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir.

Serokwezîr di posta xwe de got: Mala Kurdistanê li WEF25 nîşana karîna Herêma Kurdistanê ye ji bo nûbûn, sermayeguzarî û geşepêdana stratejîk.