Mesrûr Barzanî li ser besdariya Korbenda Aborî ya Cîhanî li Davosê peyamek nû belav kir
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser beşdariya Korbenda Aborî ya Cîhanî li Davosê peyamek nû belav kir û da zanîn, amadebûna me di konferansên navneteweyî de derfetek e ji bo gihandina dengê me.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe ya li ser twitterê belav kir de diyar kir: “Amadebûna me di konferansên navneteweyî de, derfetek e ji bo gihandina dengê me di guftûgoyên cîhanî de.”
Herwiha Serokwezîr Mesrûr Barzanî eşkere kir: “Ev korbend, pencereyek e ji bo dirustkirina bandorê li ser siyasetan û çespandina Hikûmeta Herêma Kurdistanê wek hevkarekî herêmî.”
Herî dawî Serokwezîr Mesrûr Barzanî destnîşan kir: “Em di astengiyan de ne bi tenê ne û eger yên din bi ser ketin, em jî dikarin bi ser bikevin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin