Urdin | Korbenda Aborî bi besdariya Serok Barzanî birêve diçe
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî ku doh gihîştibû Emanê îro 6ê Nîsanê li Urdinê beşdarî Korbenda Aborî ya Cîhanê ya taybet bi mijara Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqyayê dibe.
Serok Barzanî doh 5ê Nîsanê li ser vexwendina fermî ya Şahê Urdinê Abdullah gihîştibû paytext Emanê.
Serok Barzanî beşdarî Korbenda Aborî ya Cîhanê ya taybet bi Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê dibe ku 17emîn korbenda aborî ya li ser asta herêmê ye û li ser asta Urdinê jî 10emîn e.
Zêdetirî ji hezar serkirde û nûnerên welatan, kesayetî û xwediyên pêgehên aborî li ser asta cîhanê beşdarî korbenda aborî dibin.
Serok Barzanî cara duyemîn e beşdariya vê korbendê dike ku berî niha jî di sala 2017an de beşdarî kiribû.
Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî derbarê pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Urdinê de got, Urdin li herêmê welatekî girîng e û pêwendiyên Herêma Kurdistanê Urdinê baştir dibin.
BERNAMEYA KORBENDA ABORÎ:
- Şoreşa çarem a pîşesaziyê li cîhana erebî
- Avakirina nimûneyeke aboriyê ya nû.
- Pêşeroja rêvebirina jîngeha welatên erebî
- Gihîştina bingeheke hevbeş li cîhanê ku gelek rê û armancên cuda heyî.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin