Korbenda Cîhanî ya Enerjiyê bi besdariya Serokwezîr desptê kir
PeyamaKurd – Li bajarê Dubay, Korbenda Cîhanî ya Enerjiyê bi beşdariya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî destpê kir.
Li gor zanyariyan, di korbendê de hejmarek ji berpirs û şarezayên di warê enerjiyê de beşdar in, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî yek ji beşdarên sereke yên korbendê ye.
Herwiha wê di korbendê de çend panel bên lidarxistin û hejmareke mezin ji kesayetiyên siyasî û pisporên di warê enerjiyê jî beşdar in. Kesên beşdar jî wê li ser veberhênana enerjiyê diaxivin.
Hat eşkerekirin, beşdarên korbendê guftûgoyan li ser astengiyên sektora enerjiyê li cîhanê, veberhênan û pîşesaziya enerjiyê dikin, di heman demê de jî ligel pêşvebirina sektora enerjiyê, ew tekeziyê li ser wê xalê dikin ku çawa bikarin keşûhewayê jî biparêzin.
Di berdewamiyê de, şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê wê bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî li perawîza korbendê hejmarek hevdîtinan pêk bîne.
Hat eşkerekirin, Serokwezîr Mesrûr Barzanî di korbendê de behsa pêşvebirin û pêşeroja enerjiyê li Herêma Kurdistanê dike û ronahiyê dixe ser astengiyên ku di vî warî de rûbirûyî Herêma Kurdistanê dibin.
Herwiha hat eşkerekirin, gelek kompaniyên mezin ên beşdariyê di vê korbendê dikin, li Herêma Kurdistanê veberhênanê di warê enerjiyê de dikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin