Li Hesekê ji bo perwerdeya zarokên DAISê navendek hat vekirin
PeyamaKurd - Rêveberiya Xweser li Rojavayê Kurdistanê ji bo hewandin û perwerdekirina zarokên DAIŞî navendek bi navê Hilat vekir.
Navenda Hilat a Zarokên DAIŞê bi aramanca ji nû ve perwerdekirina zarokan û xelaskirina wan ji fikrên tundrew hatiye vekirin.
Hat ragihandin ku wê di navendê de zarokên ji 2 salî heta 12 salî li gorî bernameyeke hatiye diyarkirin, werin perwerdekirin.
Di vekirina wê navendê de fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û şanda hêzên Hevpeymaniya Navdewletî jî amadehî kirin.
Di merasîmê de ji civaka navdewletî jî hat xwestin piştgiriya vê projeyê bikin û alîkariyê bidin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin