Teqîna Samê DAISê girt ser xwe: 2 kustî, 3 birîndar

11 May 2023 18:50 0 dîtin
Teqîna Samê DAISê girt ser xwe: 2 kustî, 3 birîndar

PeyamaKurd – Doh 10ê Gulanê li navenda paytexta Sûriye Şamê êrîşeke bombeyî bi ser navend û otomobîla polîsan de hatibû kirin ku DAIŞê ew êrîş li xwe girt.

Derbarê bûyerê de, Wezareta Navxwe ya rejîma Sûriyê ragihand ku di encama teqîna doh a li dijî navendeke polîsan li taxa Berzê ya Şamê de hejmara kuştiyan zêde bûye û 2 kesan can daye, 3 jî birîndar bûne.

Hat eşkerekirin ku di encama teqînê de serbazekî hêzên Sûriyê jî hatiye kuştin.

Hêjayî gotinê ye, ev êrîşa DAIŞê dema ku li Moskowê civîna çaralî ya ji bo asayîkirina pêwendiyên Şam-Enqerê dewam dikir, pêk hatibû.