Êrîsa Navenda Perwerdehiyê DAISê li xwe girt:18 kustî û 57 birîndar...
PeyamaKurd – Di encama êrîşa xwekujî ya terorîstên DAIŞê li navenda perwerdiyê ya Kevsel Daniş a Kabul a Afganistanê, herî kêm 18 kes hatin kuştin û 57 kes jî birîndar bûn.
Li gorî ragihandina Reutersê DAIŞê berpirsiya êrîşê li xwe girtiye ku Tevgera Talîbanê gotibû, ne wan ew êrîş pêk aniye.
Berdevkê Wezareta Navxwe ya Afganistanê Tariq Aryen ragihand, li herêma Deştî Barçî ya Kabulê dijî Navenda Perwerdeyê ya Kevser Daniş êrîşa xwekujî pêk hatiye û di êrîşê de piranî xwendekar 18 kes hatine kuştin û 57 kes jî birîndar bûne.
Tariq Aryen li ser êrîşên dawî dabû xuyakirin, di hefteya dawîn de li Afganistanê 56 êrîş hatine kirin ku 51 sivîl hatine kuştin, 137 sivîl jî birîndar bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin