Teqîna DAISê: 5 kustî, zêdetirî 40 birîndar…
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li gundewarên rojavayê Dêrazorê mayîneke ji bermahiyên DAIŞê bi kamyonekê de teqiya ku li gorî hin çavkaniyan jî ew êrîşeke bombeyî ya DAIŞê ye.
Li gorî medya fermî ya rejîma Sûriyê, kesên di kamyonê de ji bo komkirina dobelan berê xwe dabûn herêma Kebacib a başûrê rojavayê Dêrazorê û mayîn bi wan de teqiyaye ku di encamê de 5 kes hatine kuştin û zêdetirî 40 kes jî birîndar bûne.
Li aliyê din Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) jî ragihand ku di bûyerê de 8 kes hatine kuştin û zêdetirî 35 kes jî birîndar bûne.
Li gorî amarên SOHRê, li Sûriyeyê ji destpêka 2023yan ve ji ber teqîna mayînên bermahiyên şer, 57 kes hatine kuştin û 118 kes jî birîndar bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin