Li El-Meyadînê serê rejîma Sûrî û DAISê: 28 kustî û birîndar…

18 November 2020 21:29 0 dîtin
Li El-Meyadînê serê rejîma Sûrî û DAISê: 28 kustî û birîndar…

PeyamaKurd -  Li gorî ragihandina Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) di şerê hêzên rejîma Sûriyê û rêxistina terorîst DAIŞê de, 11 kes ji hêzên rejîmê hatin kuştin û 17 jî birîndar bûn.

SOHRê diyar kiriye ku li El Meyadîn a Dêrazorê dema karwaneke hêzên rejîma Sûriyê operasyon dabû destpêkirin di navbera wan û çekdarên DAIŞê de şer rû daye.

SOHRê daye xuyakirin ku di wî şerî de efserekî pileya general jî di nav de 11 kes ji hêzên rejîmê hatine kuştin û  17 jî birîndar bûne.

Hat ragihandin ku piştî şer, hêzên rejîmê li herêmên El-Meyedîn hêzên xwe yên leşkerî zêdetir kirin.

Li gorî SOHRê ji 24ê Adara 2019an ve hejmara kuştî û birîndarên hêzên bi ser rejîma Sûriyê ve bi tevahî gihîştiye 986 kesan. Herwiha 532 ji çekdarên DAIŞê jî di heman demê hatine kuştin.