Di navbera hêzên rejîma Sûrî û DAISê de serekî dijwar rû da
PeyamaKurd - Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku li çolistana Esriye, sêgoşeya Heleb-Hema-Reqayê û çolistana Tedmûr (Palmîra) a li rojhilatê Humsê di navbera komên alîgirên rejîma Sûriyê û DAIŞê de şerekî dijwar rû daye û balafirên rûsî herêm bombebaran kirine.
SOHRê daye xuyakirin, 3 balafirên şer ên Rûsyayê zêdetirî 25 caran herêmên belavbûna çekdarên DAIŞê li çolistana Esriye, sêgoşeya Heleb-Hema-Reqayê û çolistana Tedmûr (Palmîra) a li rojhilatê Humsê bombebaran kirin.
Herwiha hatiye ragihandin ku di navbera hêzên girêdayî Şamê û komên alîgirên wê û çekdarên DAIŞê de, li çolistana Tedmûrê şer derketiye û hêzên rejîma Sûriyê nekarîne heta niha wê êrîşa DAIŞê têk bidin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin