Serê rejîma Sûrî û çekdaran dîsa gur bû: 26 kustî, 20 birîndar
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku di 48 saetên dawî de, di encama şerê navbera hêzên rejîma Sûriyê û çekdaran de, 26 kes leşker û çekdar hatine kuştin.
Li gorî ragihandina Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), li gundewarê başûrê Idlibê di 48 saetên dawî de, di navbera hêzên Şamê û çekdarên koma "Ensar El Tewhîd" ên girêdayî Cebhet El Nusra ango HTŞê de şerekî giran rû daye.
Hate eşkere kirin ku di encamê de 19 leşkerên Sûrî hatine kuştin û 20 leşkerên din birîndar bûn. Heriwah 7 çekdar jî di wî şerî de hatine kuştin.
SOHRê daye xuyakirin ku doh jî balafirên şer ên Rûsyayê 4 êrîş li herêmên Cebel Erbîn, Keferlata û Serce û 2 êrîş li bajarokê Fitêra yê Cebel El Zawiyê pêk anîne û hêzên rejîmê bi top û obusan derdora gundê Kefer Teal ê rojavayê Helebê topbaran kiriye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin