Di serê DAIS û rejîma Sûrî de herî kêm 51 kustî

05 July 2020 12:31 0 dîtin
Di serê DAIS û rejîma Sûrî de herî kêm 51 kustî

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di navbera çekdarên DAIŞê û hêzên rejîma Sûriyê de, şerekî dijwar rû daye ku hê jî berdewam dike.

Li gorî zanyariyan di encam şerê li Badiyeya Sûriyê de, ji herdu aliyan 51 kes hatine kuştin ku DAIŞ êrîşê hejmarek pêgehên Hikûmeta Sûriyê li derdora bajarê Sixne yên dorûbera Humsê dike.

Balafirên Rûsya piştgiriya hêzên Sûriyê dikin û li gorî jêderan heta niha 51 kes ji her du aliyan hatine kuştin ku 31 ji wan çekdarên DAIŞê ne û 20 jî leşkerên girêdayî hêzên rejîma Sûriyê ne.

Herwiha tê ragihandin ku di encama şerê ji roja Înê ve berdewam dike de, ji ber rewşa giran a birîndaran dibe ku hejmara kuştiyan zêdetir bibe.