Di serê DAIS û rejîma Sûriyê de 17 kes hatin kustin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro 4ê Hezîranê di navbera çekdarên rêxistina terorîst DAIŞê û hêzên rejîma Sûriyê de, li çolistana El-Meyadîn a gundewarê Dêrezorê û li çolistana El-Sexnê ya gundewarê rojhilatê Humsê 17 kes hatin kuştin.
Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand, DAIŞê îro li herêma Feyda Ibn Miwêne ya çolistana El-Meyadîn a rojhilatê Dêrazorê, êrîşî xalên rejîma Sûriyê û komên alîgirên wê kir.
SOHR eşkere kir, di encama wê êrîşê de 5 kes ji hêzên Şamê û komên alîgirên wê û 2 DAIŞî hatin kuştin.
SOHRê herwiha ragihand ku li çolistana El-Sexne ya rojhilatê gundewarê Humsê û Dêrazorê jî di êrîşa DAIŞê de 7 kes ji hêzên rejîmê ku efserekekî payebilind jî di nav wan de bû hatine kuştin û 3 çekdarên DAIŞê jî hatine kuştin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin