Di êrîsa çekdaran de 7 leskerên rejîma Sûrî hatin kustin

31 August 2021 15:37 0 dîtin
Di êrîsa çekdaran de 7 leskerên rejîma Sûrî hatin kustin

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku di şer û pevçûnên li bajarê Der’a yê li başûrê Sûriyê de, 7 leşkerên rêjîma Sûriyê hatin kuştin û 12 leşker jî birîndar bûn.

Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand, çekdarên xwecihî yên bajarê Der’ayê êrîşî ser rêbendên hêzên rêjîma Sûriyê kirin û di heyama 24 demjimêrên borî de, 7 leşkerên rêjîmê hatin kuştin û 12 leşker jî birîndar bûn.

Êrîşa çekdaran piştî ku hêzên rêjîmê roja Yekşema borî 29ê Tebaxê taxa Der’aya Beled topbaran kiribû û di encamê 3 kes hatibûn kuştin, pêk hat.

Berî çend rojan bi navbênkariya Rûsyayê agirbestek di navbera hêzên rêjîma Sûriyê û xelkê taxa Der’aya Beled de hatibû ragihand, lê hêzên rêjîmê roja Yekşemê agirbest binpê kir û careke din dest bi topbarana taxên Der’ayê kirin.

Bajarê Der’ayê li başûrê Sûriyê dikeve û şoreşa Sûriyê di Adara 2011an de ji wî ve dest pê kiribû, berî ku di pişt re bibe şerekî navxweyî ya tund, bi sedhezaran kes bêne kuştin û nîvê gelê Sûriyê koçber bibe.