Di êrîsa çekdaran de 4 leskerên sûrî hatin kustin
PeyamaKurd - Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku di encama êrîşên komên çekdar ên dijî hêzên rejîma Sûriyê de, 4 leşkerên sûrî hatin kuştin ku du ji wan efser bûn.
SOHRê daye xuyakirin, çekdarên El Fetih El Mûbîn xalên hêzên Şamê yên li derdora Til Melik a li gundewarê bakurê Lazîqiyê topbaran kirin. Di topbaranê de 2 ji wan efser, 4 leşkerên hêzên Sûriyê hatin kuştin.
Herwiha heman koma çekdar li derdora El Seraf a li bakurê Lazîqiyê jî 2 leşkerên sûrî birîndar kirin.
SOHR′ê daye zanîn ku navenda leşkerî ya ku duh ji aliyê balafirên şer ên Rûsyayê ve li rojavayê Idlibê hatiye bombebaran kirin jî ya çekdarên HTŞê bûye ku 3 hetfe berê hatibû valakirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin