Li Cebel El Ekrad serê çekdaran û rejîma Sûriyê: 6 kustî…
PeyamaKurd – Li devera Cebel El Ekrad a bakurê parêzgeha Laziqiye ya Sûriyê di navbera hêzên rejîma Sûriyê û komeke çekdar a girêdayî HTŞê de şer rû da. Hat ragihandin ku ji herdu aliyan 6 kes hatine kuştin û hejmarek kes jî birîndar bûn.
Li gorî ragihandina Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), çekdarên ′Muewaiye Bin Ebî Sufyan′ ên girêdayî ′Tehrîr El Şam -HTŞ′ îro 1ê Îlonê êrîşî xalên hêzên hêzên rejîma Sûriyê yên li derdora Seraf a herêma Cebel El Ekrad a li bakurê Laziqiyê kir.
Hat ragihandin ku di pevçûna dema êrîşê de, çekdarekî Tehrîr El Şam hate kuştin û 2 jî birîndar bûn. Hate diyarkirin, rojnamevanekî pevçûn dişopand jî birîndar bûye.
SOHRê daye xuyakirin, şerekî dijwar di navbera çekdarên HTŞ û hêzên Şamê de li herêmê çêbûye, di encamê de 5 leşkerên hêzên Sûriyê jî hatine hatine kuştin û hejmarek din jî birîndar bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin