Rejîma Îranê hevserên îngilîz girt
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Rejîma Îranê, ji 13ê vê mehê ve hevserên îngilîz girtiye.
Li gorî rapora ku gihaye Saziya Mafên Mirov a Hengawê, roja Pêncşemê 13ê Sibata 2025an, rejîma Îranê hevserên îngilîz ên bi navê Craig û Lindsay Foreman girtiye.
Kesûkarên wan bi daxuyaniyekê nasnameya wan piştrast kir û dilgiraniya xwe ji bo rewşa wan nîşan da û ragihand ku ew bi hikûmeta Îngilistanê re hevkariyê dikin ji bo ewlehiya wan û misogerkirina vegera wan a berev Îngilistanê.
Ajansa nûçeyan a IRNAyê du roj berê wêneyekî nezelal ên du kesên îngilîz belav kir ku tê de xuya dikir ku li gel balyozê Îngilistanê yê li Tehranê hevdîtin kirine.
Hate zanîn ku hevdîtin li Serdozgeriya Kirmanê pêk hat û dozger û cîgirê parêzgarê parêzgeha Kirmanê jî amade bûn.
Tê diyarkirin kirin ev hevserên îngilîz ên temen 50 salî, bi mebesta gera li gera cîhanê, bi motorsîkletê derbasî Îranê bûne û plan kirine ku piştî demeke kurt ji Îranê biçin Pakistanê.
Hengaw tekez dike heya dema ku wan ev rapor belav kiriye jî tu zanyariyên fermî derbarê sedemên girtina van hevserên ingilîz û tohmetên ku rejîma Îranê ew pê girtine, nehatine eşkerekirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin