SOHR: Di 48 saetan de ji rejîma Sûrî û DAISê 33 kes kustin
PeyamaKurd – Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku di encama şerê navbera hêzên rejîma Sûriyê û terorîstên DAIŞê yê li çolistana Sûriyê de, 33 kes ji hêzên rejîmê û terorîstên DAIŞê hatin kuştin.
Li gorî ragihandina SOHRê şer li deverên cuda yên çolistana Sûriyê û bi taybet jî li sêgoşeya Heleb, Hema, Reqa û çolistana rojhilatê Himsê berdewam dike ku DAIŞ êrîşan dibe ser hêzên rejîmê.
SOHRê daye xuyakirin ku di encama şerê di 48 saetên derbasbûyî de 19 endamên hêzên hikumeta Şamê û 14 çekdarên DAIŞê hatine kuştin.
SOHRê herwiha destnîşan kiriye ku ji ber giranbûna rewşa birîndaran dibe hejmara kuştiyan zêdetir bibe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin