SOHR: DAISê leskerekî sûrî û sivanek kust

08 January 2024 21:39 0 dîtin
SOHR: DAISê leskerekî sûrî û sivanek kust

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku li gundewarên rojhilatê Dêrazorê û başûrê Tedmûrê di encama êrîşên çekdarên DAIŞê de  leşkerekî rejîma Sûriyê û şivanek hatin kuştin.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand, DAIŞê li bajarokê Meyadîn ê rojhilatê Dêrazorê êrîşî leşkerên Şamê kir û di encama wê êrîşê de, leşkerekî Firqeya 4an a rejîma Sûriyê hate kuştin.

Herwiha SOHRê da xuyakirin, çekdarên DAIŞê li herêma Kom a bakurê bajarê Suxne yê gundewarê rojhilatê Humisê jî êrîşî xalên hêzên Sûrî kirin û di navbera wan de şer derket, lê agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

SOHRê diyar kir, li herêma Bedî ya başûrê bajarê Tedmurê jî çekdarên DAIŞê êrîşî şivanan kir û di encamê de şivanek hat kuştin, yek jî hat revandin û bi qasî 100 pez jî telef bûn.