Êrîsî merasîma efserên Sûrî kirin: 7 kustî, zêdetirî 20 birîndar…

05 October 2023 21:02 0 dîtin
Êrîsî merasîma efserên Sûrî kirin: 7 kustî, zêdetirî 20 birîndar…

PeyamaKurd – Televizyona dewletê ya Sûriyê ragihandiye ku dema merasîma derçûna efserên artêşa Sûriyê, li Humsê êrîşeke bi dronan hatiye kirin.

Li gorî ragihandina Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê SOHRê jî di wê êrîşê de, 7 kesan can daye û zêdetîrî 20 kes jî birîndar bûne.

Herwiha Wezareta Berevaniya Sûriyê jî daye xuyakirin, di nav kesên hatine kuştin û birîndarkirin de, sivîl jî hene û dê bersiva wê êrîşa terorî ya tirsonekî bê dayîn.