Êrîsî merasîma bîranînê kirin: 27 kustî, 55 birîndar
PeyamaKurd – Li paytexta Afganistan Kabûlê êrîşeke bombeyî li dijî merasîma bîranîna salvegera mirina rêberê kêmîneyên şîe Abdulalî Mezarî hat kirin.
Wezareta TenduristiyaAfganistanê ragihand ku di êrîşa li dijî merasîma yadkirina 25 saliya mirina rêberên şîeyên Afganistanê de, 27 kesan can daye û 55 kes jî birîndar bûne.
Piştî êrîşa ku li taxa Daştî Barçî ya rojavayê Kabûlê pêk hat, hêzên NATOyê jî çûn bi hawara hêzên Afganî de.
Hîn ti rêxistinekê êrîş negirtiye ser xwe, lê guman heye ji aliyê DAIŞê ve ew êrîş hatibe kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin