Êrîsî ser ahengekî kirin: 6 kustî û 26 birîndar hene
PeyamaKurd – Li Meksîkayê li eyaleta Sonorayê li bajarê Ciudad Obregonê kesên nasnama wan nehatiye diyarkirin avêtin ser ahengekî û di ahengê de 6 kesan kuştin û 26 kesan birîndar kirin. Di nav kuştiyan de 2 kes temenê wan di bin 18 saliyê de ne.
Ji birîndaran rewşa 5 kesan girane û 4 kes ji wan zarokin. Li gor ragihandina dozgeriya bajêr; êrîşker serokê kartelekî kirine hedef û ew serok di êrîşê de hatiye kuştin. Êrîşker reviyane.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin