Komên girêdayî DAISê êrîsî dibistanê kirin: Kustî û birîndar hene
PeyamaKurd – Li gorî nûçeya The Daily Monitorê, li navçeya Mpondwe ya Ûgandayê ya li ser sînorê Kongoyê, ji aliyê koma çekdar a serhildêr a bi navê Hêzên Hevpeymaniya Demokratîk ve êrîş li dibistanekê hat kirin.
Di êrîşa ku do bi şev nêzî nîvê şevê pêk hat de avahiyên razanê û salona xwarinê ya dibistanê şewitîn.
Di bûyerê de piraniya wan xwendekar 25 kesan jiyana xwe ji dest dan. 8 kes birîndar bûn. Birîndarên ku rewşa wan giran e li nexweşxaneyê tên dermankirin. Di nava îdiayan de jî heye ku gelek xwendekar hatine revandin.
Piştî êrîşê artêşa Ûgandayê çalakî pêk anî. Ji bo girtina êrîşkaran operasyon hat destpêkirin. Ji bo rizgarkirina xwendekarên revandî xebat tên kirin.
Li Ûgandayê, koma serhildêr a bi navê Hêzên Hevbendiya Demokratîk ji destpêka salên 2000î ve êrîşan pêk tîne. Piştî 2014an êrîşên xwe yên li ser sivîlan zêde kirin. Hate diyarkirin ku di êrîşa çeteyan de bi hezaran sivîlan can dane, bi sed hezaran kes jî koçber bûne.
Artêşa Ugandayê komên serhildayan wek alîyekî DAIŞê dibîne. Di operasyona mezin a ku di sala 2021-an de ji bo komê hatî destpêkirin de serkeftinek zelal tune.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin