Li Îranê êrîsî ser tesîsa petrolê kirin: Kustî û birîndar hene

07 January 2023 15:13 0 dîtin
Li Îranê êrîsî ser tesîsa petrolê kirin: Kustî û birîndar hene

PeyamaKurd Di êrîşa çekdarî ya li ser tesîseke petrolê ya li başûrê rojavayê Îranê de, kesek hat kuştin û 2 kes jî birîndar bûn.

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Xwendekaran a nîvfermî ya Îranê (ISNA), gule li Şîrketa Hilberîna Petrol û Gazê ya Geçsaran a li parêzgeha Kohgiluye-Buyer Ehmed a li başûrê rojavayê welêt pêk hatiye.

Di encamê de êrîşkarê ku tê diyarkirin xebatkarê şîrketê ye, gule li tesîsê reşand, kesekî jiyana xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn.

Hat ragihandin, piştî bûyerê êrîşkar hat girtin û hat binçavkirin.

Di raporê de hat gotin ku hê sedema êrîşê nehatiye diyarkirin.