Pistî êrîsa merasîma leskerî êrîsî qereqolê jî kirin: 11 kustî, 29 birîndar
PeyamaKurd – Husiyên girêdayî Îranê doh bi fuzeyan û êrîşên întiharî bi ser merasîma leşkerî ya hêzên hikûmeta demkî ya Yemenê de girtibûn û General Monier al Yafie jî di nav de bêhtirî 51 kesan jiyana xwe ji dest dabû û 56 kes jî birîndar bûbûn.
Hûsiyan piştî êrîşa merasîma leşkerî li dema operasyona hêzên Yemenê de, bi mtorsikletên bombebarkirî êrîş birin ser qereqoleke bajarê Adenê.
Polîsê qereqolê Abdel Dayem Ahmed ji medya herêmî re ragihand ku 4 êrîşkaran bi awayekî întiharî êrîş kirine û 11 kesan can daye û 29 kes jî birîndar bûne.
Bajarê Adenê ku rastî êrîşên zincîre teqînan tê, piştî ku Husiyan sala 2014an paytexta Yemenê Sana xistibû kontrola xwe bûye navenda hikûmeta demkî ya Yemenê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin