Li Rûsyayê krîza rehîneyan: Girtiyên DAISê bi kêran gardiyan girtin, 2 kustî hene
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku îro 16ê Hezîranê li navendeke binçavkerinê ya bajarê Rostov a Rûsyayê, girtiyên DAIŞê gardiyan û girtiyên din dîl girtin û paşê pevçûn derket.
Li gorî daxuyaniya Servîsa Înfaza Cezayan a Federalî ya Rûsyayê, du DAIŞîyên ku di bûyerê de cî girtine hatine kuştin.
Medya herêmî ya Rûsî ragihandiye ku DAIŞîyên ku wê di demeke nêzîk de derketina pêşberî dadgehê du gardiyan rehîn girtine û paşê êrîşkar hatine kuştin..
Li gorî zanyariyên medyayî êrîşkarên DAIŞê yên kêr bi wan re hebûne 6 kes in û daxwaza wesayîtekê ji bo reva ji naveneda binçavkirinê kirine û hê jî hevdîtinên hêzên ewlekariyê ji bo serbest berdana rehîneyan bi wan re dewam dikin.
Şahidan diyar kiriye ku dengê çekan ji wê navendê hatiye û du ambulans çûne cihê bûyerê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin