Pistî ragihandina efûyê li Qamislo 140 girtiyên DAISê hatin berdan
PeyamaKurd – Hate ragihandin, piştî ragihandina ‘Lêborîna Giştî’ ya li ser daxwaziya eşîrên Ereb, Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê, 140 girtiyên DAIŞê ji zindana Elaya ya li bajarê Qamişlo serbest berdan.
Li gorî zanyariyan Rêveberiya Xweser îro 22yê Tîrmehê 140 girtiyên ku bi tawanên DAIŞê hatibûn girtin, ji girtîgeha Elaya ya Qamişlo serbest berdan.
Desteya Dadweriya Civakî ya Rêveberiya Xweser doh jî 180 girtiyên DAIŞê ji zindana Xiwêranê ya bajarê Hesekê serbest berdabûn.
Rêveberiya Xweser roja 17ê Tîrmehê “Lêborîna Giştî” ji bo tawanên terorê û tawanên li dijî ewlekariya Rêveberiya Xweser hatine kirin, ragihandibû.
Di çarçoveya vê lêborînê de, tê plankirin ku nêzî 1500 girtî ji girtîgehên Rêveberiya Xweser di nava vê hefteyê bên berdan.
Li gorî lêborînê, mîr, serokên rêxistinên terorîst, beşdarên teqînan û kesên şerê li dijî HSDê kirine û bûne sedema mirinan, nayên berdan.
Li aliyê din rexne li Rêveberiya Xweser têne kirin ku tevî tawanbar û bazirganên madeyên hişbir serbest berdide, çalakvan û rojnamevanan girtî dihêlê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin